January 12, 2020

Jêrar du Nêrval : Hozanvanê ferensî
Wergêran :Anahîta Hemo / paris


Ew bûrî, keça ciwan,
Bi lez , jîndare mîna çûkekî,
Gulek,çirisandî, di destê wê de heye,
Goranek,nû,li ser lêvên wêye,

Dibe ku bi tenha xweye div ê cihanê de,
Dilê wê, wê bersiva dilê min bidaya,
Ew ya ku hat di wê şeva minî kûr de,
Bi nerînekê ,bi tenê,
Wê…

Mihemed Hesko(birasoz)

Yarê hevalê rindê
gula bajar û gundê
ciwane bê hempaye
şev û roj, ez li bendê

Bi xemla xwe ciwanî
xweşiya dil û canî
dûrî dojehe hevalê
her di dil de mêvanî

Her mêvana xwemalî
dil û can re hevalî
yar û hevala temenî
şaha bê tac û alî

Ey nazika çavxezal
wey hest kaniya zelal
diherike nava dil
rinda dil ji dest dinal

Çavxezala awir piling
bejn û bala şox…