Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Berî pêşî divê em bizanibin;peyva(Efsane)bi wateya(Baweriyê) tête nasîn,ango;bûyerên ku di efsanê de têtin şirovekirin ji aliyê civakên kevn de wek baweriyên pîroz dihatin pejrandin .
Gelek lêkolînerên folklorê weha dinivisînin:Di efsanê de Xwedawend,ajalên xeyalî,mirovên nîvajel,firişte û pêrî Û.H.D.Rolên lehengên serekîn dilîzin. Efsane li ser van mijarên jêrîn radiweste:1-Afrandina gerdûnê.2-Diyardeyên xwezayî.3-Cihê mirov di civakê de û…
Ebdilmecît Şêxo 
-1- 
Te heroj di dilê min de
dar ji daristana xwe
bi axnên min dişewitandin.
Te heroj bi hilma xwe ya 
 genî 
gulek di gewriyê min de 
 diçelmisand. 
Te herşev
kenînên 
zarokên min 
di hembêza dayikê de ,
bi kînên xwe
ji segên xwe re
dibrajtin .
Biyanistan!Biyanistan!
te herdem 
pîrên min, 
di gulistana giyana min de 
-2- 
bi diranên …