December 8, 2019

Ebdilmecît Şêxo

-1-
Tu
Dara henarê
Gundê kaniyan
Bahozên bajêr.

Tu
Baran
Berf
Û birûskên
tirsdar.
Tu
çîrokên xwe
Reşbîniya xwe
li bin sîtava darê.
Tu
helbestan
Çîrokan
Şanoyên çeqelan
Roviyan
Guran
Û segên kolanan.
-2-
Tu
Şahsîwar
Askan
û kenînên bilind.
Tu
Bi istêrkan re
Tu di zeviyên xwe de
Ji Buharê re bistirê
Tu û dîlbera xwe
Hûnê dîsan hevdu hembêzkin.