November 2, 2019

Ebdilmecît Şêxo

Were!
Ez ronahiya çavên xwe
ji te re bidoşim.
Were!
Were em bi hev re
kûpekê

Ji xûnavên dilan
tijî bikin.
Bila minalên sêwî
mîna pelên Buharê
têr,têr vexwin.
Were!
Ez bi rondikên çavên te
keskesorekê
di ezmana dilê bajarê xwe de
nîgar bikim.
Were!Were!Were!

Efrîn, 2019

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
-1-
Li gorî hin cihderên wêjeyî;pirtûka wêjeyî ya yekê (Avêste ) ye, ewa bi zimanê kurdî ji aliyê feylesof û Xwedênasê Kurd,Zerdeşt de hatiye nivisîn,wek tête zanîn ku(Avêste)pirtûkek olî ye,lê dîroknasê wêjeya kurdî Feqî Husîn Saqinc dibêje:Divê ev pirtûka wek bingeha wêjeya kurdî JÎ were pejrandin.Piştî ku me bi xwe jî hin deqên wergerandî…