September 10, 2019

Mihemd Hesko(birasoz)

Kengî me…
bi toza axa welêt
çavên siyaseta xwe kil kir
Kengî me…
bi hêrs û şewata dilê dayîkên pakrewanan
agirê şoreşa xwe hil kir

Kengî me…
axa welêt
bi rondikên dilsoziyê şil kir
Kengî me…
barê dozê
li ser şan û mil kir
Wê demê…
lawên Kurdistanê ne
ku me xebatek ji dil kir.