August 19, 2019

Nizar Yosif

Xweşawaz ji tilûran na hatin bihîstin,
Û wênegeşî ji zemînê çilmsîn,
Pêkolînên min yên fêr nebûyîn di lerizîn.
Germiyê ji gewde barkir,
Li te geryam!

Hemî asêgehên xewnan vedikewişandin,
Evînê pirs ji min di rijandin,
Ji rêwî yê li veqetandin ên rêyan berze bûyî,
Ji guldankên bê sûd çewisîn,
Ji gewher ên weşiyayîn,
ji gerdeniyên keçên kûvî bûyîn,
Min di pirsî?
Bersiv…

Ebdilmecît Şêxo

Eger şehnazê li çavên
min dinihêrî,
ewê xwe pir şeng û şepal
didît .
Lê gava min
li bîbekên çavên wê dinihêrî,
min girîna dareke zêtunê
dibîhst.

min ji ber bejna xwe ve şerm kir.
Lê gava ku me herduyan ,
Li çavkaniya gundê xwe temaşe kir,
giyana jineke jinebî ,
bi hilma xwe,
em şewitandin……
Ebdilmecît şêxo
Efrîn .2018