July 2019

Mahîn şêxanî

Ez bêriya te dikim
bêriya dêm û devê te dikim
wan lêvên kurmizî…

dilêmin dixwaze
di sînga te debe
Ji çavên min xwe vedizî
***

rewanêmin bi rewanê tere
mina du kewan
di hêlîna xwede gevizî
***

dem rawestiya
sitêrk barîya
ser laşê tevizî…
***
Şîvan raket
blûr jê ket
mexelbûn mêh û bezî
***
cîhan tarî…bê deng
kurb…kurba dilêmin
bi cendekê lerizî…
***
dibêje:
min bêriya te kirye
dem wa bimîne xwezî
***

Ali
Kut*




Hemî cureyê nivisên edebî xwedî zanav in û
xweserîyên xwe hene. Lê, gellek caran jî ev şêwenivîs ne zelal in û dibin cihê
gengeşiyê. Di vir de, ez vê romana Konê Reş minaqeşe nakim, lewra wekî ku nav
lê kiriye dê qebûl bikim. Lewra, ku roman cureyeke hunerî yê edebîyatê ye, li
gel çîrok, kurteçîrok û destanê, beşê epîk…

Bavê Zozanê

Duh roja Şemiyê 30.6.2019 û bi alîkariya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriya ahengek bo Imzekirina çend pirtûkan li bajarê Essen ê welatê Almaniya hate li darxistin ku çar nivîskarên me yên hêja têde beşdar bûn.
Ji wan helbestvana hest nazik Mizgîn Hesko û nivîskarê xwînşêrîn û dilxort Baqî Huseynî wisa…

Konê Reş

Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/1970),
ev pirtûka Ebdulreqîb Yûsif bi elfabeya erebî xwend, navê Newala Sîsebanê bi
min re derbas bû, min dît ku wî ev newal an gelî an dol li herêma Bota, Newala
Benatê bi cî û war kiriye, ez ecêbmayî mam! Çilo nizane ku Newala Bûnesra û
Sîsebanê yek in…

Cankurd

Di serlêdana xwe de bo mala min, hêja Dr. Beshar Mostafa, ji min re libek ji pirtûka dostê hêja Dr. Husên Hebeş li gel tiştin din wekî diyarî anî. Ji zû de jî ez li bendê bûm, ku vê berhemê bistînim û bixwînim. Ne tenê ji ber giranbihabûna kovara HAWARê di nêv wêjevanî, çand û…

Bêwar Birahîm
Di hingora berêvarêke kezebşewitî de, li welatekî kezebşewetî, min hewl dida ku ez dastanên mirina dûr binivisînim; ew mirina ku xwediyê xwe dimrîne bê ku wî biêşîne yan nefretê lê bike. Min dixwest ez mirinê di nav agirê vê cenga malwêran de, di bin kavilan de, bimrînim. Di wê êvara tihingerim de, destên min…