July 31, 2019

Ebdilmecît Şêxo

Dûrî we,
erê dûrî we,
lê pir nêzîkî we jî,
tenê sermiyana min belengazî ye,
tenê sermiyana min hêvî ye,
tenê sermiyana min dilopên xwînê ne,
û dilek di singê min de dikele.

Erê zarên min !
çirên dorhêla min vemirîne,
tenê stêrkeke min li ezmana heye,
em bi hev re mijûl dibin.
Erê zarên min !
tenê çend peyvên min
ji we re diyarî ne,
ji xwe re bikin gurzên gulan
û…