July 4, 2019

Qado Şêrîn

Min bi eşq dest bi
xwendina romana Şingalname ya Brahîm Yûsif kir. Min ji bo xwendina romanê sê
dan ji dema xwe terxan kiribû, taku giham rûpela 218an. Ya rast gerek bêjim ku
rûpelên dawî ez işkence dikirim, berî ku Daişiyên teres zerî û xatûnên Şingalê
işkence bikin, êdî li ba rûpela 218an rawestiyam û min nema dikarîbû…

Mahîn şêxanî

Ez bêriya te dikim
bêriya dêm û devê te dikim
wan lêvên kurmizî…

dilêmin dixwaze
di sînga te debe
Ji çavên min xwe vedizî
***

rewanêmin bi rewanê tere
mina du kewan
di hêlîna xwede gevizî
***

dem rawestiya
sitêrk barîya
ser laşê tevizî…
***
Şîvan raket
blûr jê ket
mexelbûn mêh û bezî
***
cîhan tarî…bê deng
kurb…kurba dilêmin
bi cendekê lerizî…
***
dibêje:
min bêriya te kirye
dem wa bimîne xwezî
***