Nizar Yosif
Em zarokên cengê ne
Virniyên serwer winda ne.
Ji landikan ve
Rondik li me bariyane,
Bi lorandin ên Dayan re
Efsaneyên* janan hatine xwendin,
Me giyanê mêraniyê wergirtiye,
Zehmetkêşî li ser eniya me nivîsiye
Bargiraniyê xwe li kermilên* me dîtiye.
Bi ritim ên cengê re hildibehin
Bi awazên Guleyan re dirazin
Û bê pêjinên wan hişyar in.
Ti sêwanên dostaniyê
em…