January 2019

Konê Reş

Di roja 05.01.2019`an de, (114) sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe.. Apê ku li dor hezkirina zimanê Kurdî wiha gotiye: (Ev ji bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik…

Bavê Zozanê

Tu zanê
dema ku helbestên kenê te
di ser ezmanê dilê min de
dibûrin
wê çaxê
bihara hestê min
tije rist û awaz û hevok dibin.

Tu zanê
dema ku romana evîna te
bi dizî di ruhniya çavên min de
di pişkive
wê çaxê
bexçê razên min
mişt teyrê Ebabîl û Kevok dibin.

Tu zanê
dema ku bihna xwîdana te
mîna ava kewserê
di nêv…

Bavê Zozanê

roja 23.12 .2018 li komela Hêlîn li bajarê Essen ê welatê Almaniye û bi alîkariya malbata xwedê jê xweş Siyamend Brahîm

Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûriye û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi erkê ser saxiya nemir Siyamend rabûn.

Li dora katjimêr14 komîta amedekar Elwan Şivan û Bavê Zozanê wisa jî Hejar Botanî…

Kiryarên kuştina rojnamevanan li Sûriyayê diyar kirin, ku tundûtûjiya ji sala 2011ê ve berdewame, dijwariya wê ya zor ne tenê li ser peyamnêr û rojnamevanan, lê li gor nakokiyê bandora xwe li ser welatiyan jî heye, sedema piraniya çeperên şer û hemehengiyên “bi guman” di navbera girûpên çekdar û aliyên piştgirên wan; yên cîhanî yan…

Xizan Șîlan

dengê hawara te
melûliya rondikên çavên
ziwa ye
keservedana temenekî
bi jan e

kaniya xeyalên bi coş e
dengvedana şikeftên
tenha ye
têkoşîna li hember zexelên
demê ye
dengê hawara te
guregura reşewrên barana
azadiyê ye
hêrsa pêlên okyanûsa ye
kefenê mirineke zûhatî ye
sebira xwedawendên
bêdeng e
dengê hawara te
nalenala sînorên welatekî
bindest e
reşgirêdana gund û bajarên
hilweşiya ye
hesreta ronahiya berbangên
derengmayî ye
daxwaza lêvên bêmaçmayî ye
xatirxwestina ji rojên tarî ne
dengê hawara…