December 18, 2018

Halima Can Kobani

Bejina
Dîlbera min
Her reng, û
Her kiras lê tê

Bejina
Dîlbera min
Rihana ber çeman e
Her awirek li bejna wê
Dermanê dila ye

Bejina
Dîlbera min
ciwantirîn awazên
Mûzîkê jê re lê didin
Şalûl, û bilbilên gulistana
Ji boy wê dixwîn in

Dîdara
Dîlbera min
Hesreta dila ye
Jiyana li gel wê
Bihuşt bi xwe ye

Halima Can Kobani /orfa
16/8/2018