December 2018

Konê Reş

Ezbenî! Ji nezana werê ku ez berê xwe didî wan û ji wan re dibêjim; Ezbenî..?! Na ezbenî ez ji xwe û zanayên wek we re dibêjim ezbenî û (Yê zan e zan e û yê nizane baqê nîska ye).
Ezbenî! Di van rojan de hay be, şiyar be loo.. Ji kesî re qala…

Konê Reş
Di sala 1974`an de li Tertûsê çav bi xortekî ji Kobanî bi navê Mustafa
Henîfê
ketim, ew jî wek min di bin barê leşkeriya Sûriyê de bû. Di wê
xerîbetiyê de em bûn dost û heval û ta roja îro. Her yekî ji me çîroka xwe ji yê din re digot.. Min jê re digot ez…

Bavê Zozanê

Hate destê me di reqsê û digo bil ji (Melê)
Dest bi kes dî di semaya ku (Mele) tê nadim

Bêguman çi mirovê ku bêhna helbestê jê bifûre wê yekser zanibe ku ev malika jorîn a şêxê helbesta kurdî (Melayê Cizîrî) ye, ku wek pehlewanekî li hespa helbestê yê boz siwar e û vê malika reben…

Halima Can Kobani

Bejina
Dîlbera min
Her reng, û
Her kiras lê tê

Bejina
Dîlbera min
Rihana ber çeman e
Her awirek li bejna wê
Dermanê dila ye

Bejina
Dîlbera min
ciwantirîn awazên
Mûzîkê jê re lê didin
Şalûl, û bilbilên gulistana
Ji boy wê dixwîn in

Dîdara
Dîlbera min
Hesreta dila ye
Jiyana li gel wê
Bihuşt bi xwe ye

Halima Can Kobani /orfa
16/8/2018

Mamê min yê hêja!
Mamo! Çil sal derbas bûn, weke ku duh be, ema ku min ew destên te yên comerd girtin gava te ji vê cîhanê bar kir û çûy cîhaneke din, ku bi hêvî me ji vê cîhana ku tu jê çûyî çêtir be. Hêşta xweşik li bîra min e, ew roja te…

Konê Reş

ALA KURDAN
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wî roj û tav,
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser be ser,
Sor û gewr e kesk û zer.
Mîr Dr. Kamiran Bedirxan

Hêjano! Îro 17/12/2018, (72) sal di ser bilindkirina Ala Kurdistanê re, li navtara Çar çira, derbas dibe. Ev Ala ku Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala…

Ednan Beşîr

Her Sal di 17`ê çileyê pêşiyê de, Gelê me li seranserî kurdistanê, vê rojê wek “Roja Ala rengîn” libîr tîne, çimkî ev Al bûye nirxeke pîroz û sembula gelê kurdistanê ye li welêt û li seranserî cîhanê, bi hemû ol û netewên xwe ve, nemaze piştî bi fermî hat hildan li herêma başûrê kurdistanê…

Mehmûd Biro

Ez dixwazim rastiyekê bêjim, lê ev rastî dibê ku li canê herkesî xweş newê.
Ji destpêka şoreşa Sûrî, ya bê plana stratêcîk de, kurdan bi du nerînên vajî hevdû dan û standin ligel kirin. Yek bi Ruxandina rêcîmê re, û ya dinjî bi pêkanîna hin rêforman di Sûryê de. Mala kurd divirde lawazbû û nikarîbû…

Mehmûd Biro

Birastî keda mala Barzanî ji roja rojve diyare, jiserdema Nûrî Seîd û Ehmed Hesen Bekir û Sedam û Nûrî Tizbihçî Heta Ebadî yê regezoerist. Di dirêjahiya jiyana xwede bi ŞoreŞ. û serhildana rabûne, qurbanîyên mezin dane. Lê tu carî sere xwe liber dijninan danexistine û her wefadarî xak û niŞtimanin. Ev malbet Kurdistan perestin…

Mehmûd Biro

Kurê nemir Mistefa Barzanî, bavê netewa kurd, hilgirê doza xak û niştiman, canfidayê riya azadîyê, riya şêr û şepalan, Hosta û endazyarê rêferandomê, parêzerê mafê rewayî çarenûs jibo gelê kurd li kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî rêberekî têgihiştîye û hekîm û zanaye, wêrek û azaye pêşmergeye û canfidaye.
Birastî wefadare jibo rêbaza pîroz, rêbaza kurdayetî…