November 2018

Xizan Șîlan

ez
êşa birînên qalik girtî
bi keservedanên xeniqî
vedibêjim
qêrînên serhildêr
di hinavên min de hatine
veşartin

teşqeleyên demên fesad
bi pêjna dilê perpitî
dişopînim
bi çavên kor dibînim
bi guhên ker dibihîzim
bi pênûsa westiyayî
dinivisînim
û bi zimanê lalûte
şirove dikim
ji ber feryada dayikên Șengalê
parsûya asîman qelişî
can şewitîn
mal wêran bûn
bedenên mesûm
di gola xwînê de gevizîn
hestiyê pişta xeyalên şêrîn
şikestin
stêrkên şevên sayî xeyîdîn
sînorên axa welatê rojê…

Mihdî Kakeyî
Wergerandin ji zimanê erebî: Mihemed Hesko(birasoz)

Simbola nivîskî ya Somerî Dîngîr, ku bi diruva stêrkê ye û simbola Xweda nîşan dide, an wateya wê yekê dide ku xwedayê Somerî “An“ yê ku bavê bilindê xwedawendên Somerî ya ye. Her wiha em vê peyvê nêzîk ji peyva“Eldîn“ ji warê bilêvkirin û wateyê ve dibînin. Her wiha…

EBDULLA GEDDO

li kongra soçî, ku rêjîm û rikberiya sûryê lê amade bibûn, di destpêka sala 2018 de , û rêkeftin çêbû dinavera herdû layan de ,bo durustkirina destûra bingihî , dibin çavdêriya netewên yekbûyî de , li ser çend xalên sereke..yek ji wan netew ên yekbûyî dê lêveger be..belê îro rêjîm li wê rêkeftinê xwedî…

Konê Reş

Wek ku min gotiye ji Eybdîwerê ta bi Serê Kaniyê odeyên gundan hebûn. Gund bê ode an dîwanxane nebû. Belê ji odeyên ku rola wan di nav xelkên Cizîrê de mezin bûn, dikarim van navan bêjim: Odeya Nayifê Paşê li Berojkê (Qereçox), odeya Dehamê Hadî li Til Elo, odeya malbata Marê li Dêrûna…


Konê Reş

Di wê zaroktiyê de min xwe dît ku, mala me di pala girê gund de ye.. Odeyeke mezin û kîlereke biçûk pê ve, ji erdê baş bilind xuya dikir.. Pê ve jî dikek mezin û bilind ji bo rûniştina havînî di rex deriyê hewşê de, cî digirt û berê wan li başûr bû…..