Mihemed Hesko (Birasoz)
Vaye can bidesta min tê
Spîbextê min digel hiltê
Dil nema di sing de hiltê
Hawar ji destê evînê
Vaye jankuja min hat
Ronahî da zinar û lat
Jêre dil û can kir xelat
Dermanê jana birînê
Min dil da dîlbera reşçav
Li min sotand dil û hinav
borî li min nekir silav
Xema nexe xemrevînê
Reşçavan dîn û har…
Konê Reş
Gundê me mezin bû, xelkên têde col bûn. Erê gundê eşîra Bûbilana bû lê ji gelek eşîr û bavikên din jî, dijiya xwe têde derbas dikirin wek: Omeriya, Mihelmiya, Seyida, Bavfilleha û Mehcira.. Evên dawî (Mehcir), ji kû hatibûn, çi kes bûn, me nizanîbû.. Digotin Mehcirên welatê jorî ne; Hesena û heydera ne,…