June 2, 2018

Tengezar Marînî

Ji min..
Dem westiya
Ev șeve,
dê têkilî pirtûka min bibe, Li deverek din.
Spêdeyek ji xwe radibe
Pencere bêdestik e
Bêdawî ye rê
Kî digihe dawiyê?
Çend xêz hene, livek
Neynik heye

Ez niha diçim, wisa hilmê dikêșim
Li vê xakê tovê avê heye
Çend Idiyom,
çend wêne,
çend lidûvçûn,
çend çima
û
çendî tu..
çendî ez..
Ez li valabûnê têr bûm

Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya (YNKS) bîranîna helbestvanê kurd Ferhad Içmo lidardixin!
YNKS û YNRKS çalakiya salvegera yekemîn a helbestvan Ferhadê Içmo li du cihan lidardixin.
Li bajarê Essen/ Elmaniya:
Komela Hêvîn a çandeyî
Werder Str. 13
45138 Essen

Li Qamişlo /Welat: Riya instûta Hanza bo zimanan
Dem: Li Essenê 10.06.2018…