March 29, 2018

Nizar Yosif

Tu bar dike
Te ji kaniyên çavan
Ji cuhkên çanan gelek vexwar
Şahî weke hercar pêçandî nixumandin
Hemî çekên xwe yên zinger girtî
Hemî kujerên harbûyîn

Bi kef a lixafan ve
Te bi me serpêhatî kirin
Sal a nû bê heşînayî
Weke salên kevnar bê oxir bî
Kêferat a me jî bi mertalên rizî
Ber negirt
Em dibin piştiyên kulan de xoz bîn
Keriyên me
Hîna…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Xatirxwastin ji Efrînê
Wek ya Mem û Siyabend e
Ku li dû Zînê û Xecê
Bi tîra jan û hesretan
Kezeba wan tê hingaftin!

Malavayî ji Efrînê
Wek nêrgizên sêwiyan in
Ku landika dilgiran da
Bi hezar lava û daxwaz
Pey dê, bavan têne hîştin!

Xatirxwazî ji zeytûnan
Mîna poşiya giyan e
Ku li ser darên diriyan
Bi destê Zambiyên xwînrêj
Kaş bibe, ware daxistin!

Malavayî…