March 18, 2018

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Hezaran zeytûn kok birîn
Dîsa jî şitil hêşîn bûn

Hezaran çinar ser birîn
Cardin çiqilan şax vedan

Hezaran bîr miçiqandin
Dîsa kaniyan bilqvedan

Hezaran rê û dirb birîn
Cardin şiverê peyda bûn

Hezaran gund wêran kirin
Dîsa tax û kuçe şên bûn

Hezaran kes zindan kirin
Cardin Mezlûman berxwedan

Hezaran Ker, Kulik kuştin
Dîsa Dewrêşan ser hildan

Hezaran kes winda kirin
Cardin ew zatan nemir man

Hezaran…