February 25, 2018

Tengezar Marînî

Şev e ,
agir dibare
welatê min
bi xwînê dixemile
cîhan dîlana Wals dike.

Xewnên te xwe veşartine
Hemî dergeh dadayî ne
Ez fêrî
Awazên xemgîn bûme
Rondikan;
Li vir tenêbûn;
Li wir piştberdan
Li dera din lihevnekirin
Deryayeke sar e ev welat
Diherrike xwîn
Dil radiweste
Pirsên bêdunde
Hêvî bar dikin
Hiş diçe
Giyan dilerize
mij e rastî
Dem lezê dike,
Çendî din dikarim
Aram xwe ragirim?
Direng e, direng
Yekê dizanim..
Eger ez xwedê bûma,
ez î…