February 12, 2018

Konê Reş

Gotin di dawiya şevê de digrîn..!
Bêdengiya me bi çûkên mirî yên vî heyamî re dilewite..!
Ev heyamê ku em ji bo wî distirên û
Ew, serê xwe ji bo me dihejîne..

Digirî û di ber xwe de dibêje pepûk.. Waweylê…
Mamoste! Em ê çawa wêneyê bav û kalên xwe
Winda bikin, kum û kolosê wan…