February 3, 2018

Narîn Omer

Barîn delala min
Te dastana evîniyê
di dilê kurd û cîhanê de
bi gul û kulîlk kir
Te şîrava mêbûniyê
di henasên jiyanê de
xweştir kir

Ewan ji tirs û sawa
dilê te yê kêfxweş û
canê te yê polat
cendikên te talan kirin
Kenê te
ew bê çare hiştin
Kenê te
Ew ji zemîna mirovaniyê
Koçber kirin
Navê wan li ser koka
hov û mirovxwaran tapo kirin
Dengê…