January 2018

Vejîna Kurd

Nêzîkî heft salan e ku rewşa şer, pevçûn, bombebarankirin, wêrankirin, û talankirina gund û bajaran navnîşana herî berz û beloq li ser xaka Sûriyê ye, û di rewşa herî baş de, milet di gola dorpêçkirin, buhabûn, hejarî û kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên rojane de digevize.
Di dema ku, devê birîna miletê Sûrî, kurd jî…

Xizan Șîlan

ez
bi bîranînên cemidî
tijî me
li êvarên bêhnteng
pêsîrên hingoriya aso
dimijim

tîrêjên heyvê melûl melûl
dibiriqin
asîman xeman li hinava şewitî
dibarîne
berê xwe didim çolistanên ziwa
li ser rêya heqîqetê siwarê
hespê kumeyt im
eniya qedera mirineke bêwext
paç dikim
stûna jiyanê bi mij û dûmanê
qelişî
peleke keserkêş
ji salnameya temen şeqiya
tenêtiya min
cêwiyê êşa eşqa dilê bîrîndar e
pênûsa helbestê xwîn vedirişe
hemû bajar ketiye xewê
ez bi bêxewiyê…

Nivîskar Bûbê Eser dê romana xwe ya nû Barzan digrî li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê binasîne û îmze bike
Bûbê Eser ji bajarê Dêrikê yê bakurê Kurdistanê ye. Ew ji ber xebata siyasî hat girtin û di sala 1983ê de wek penaber hat Swêde. Wî sê roman, du şano, kitêbeka çîrokan û gelek nivîsar nivîsîne.
Ev romana…

Laleş Ebdulrehman‏

Vincencent Van Gogh ê ku ligel Gauguin xalên wan ên hevpar hene, kurê bawermendekî Hollandî bû, Di wêneyên xwe yên pêşîn de, sermesele di Petatxurekan de, bi bihîstyariyeke erjeng, hewl dabû ku jiyana nefsbiçûk a gel di wêneyê de bi cih bike, Piştî ku Hollanda terk kir û berê xwe da Parîsê, feraseta…

Konê Reş

Mamoste Sabahattin Kayhan ji Enstituya Kurd a Parîsê li Fransayê, bursiyerê Enstituyê û li ser dîrokê doktorayê kar dike. Ji salekê ve lêkolîna xwe li ser Mîr Kamîran Bedîrxan dike.. Ji berî dor 20 rojan ve, ev pirsên xwe ji min re şandibûn, min jî nemerdî nekir, wek ku min zanîbû, bersiva pirsên wî…