December 18, 2017

Vejîna Kurd

Di navbera payîz û zivistanê de
Demsaleke girî..
Min radestî pêlên azariyê dike
Û bahozeke hov
Min vedixwîne semaya mirinê
Belêêê…. Semaya mirinê

Ji ber ku
Ez peleke payîzî me
Êşa peyvê
Û tengijandina bêdengiyê me.. ez
Carina
Di bin çermê demsaline tî de
Siha kenekî revandî
Di bextê xwe de min dibişirîne
Lê pir caran…
Dem..
Keskahiya hêviyên min
Û zelaliya hestên min dimije
Peleke nîvmirî me.. ez
Li her êvarekê
Bi…