July 9, 2017

Şêrzad Zeynelabidin

Me jî borî roj çu ava
Hetavsorka wer b`bîne
Şengebî bûm li ber derava
Evro xunav pêve nîne

****
Yahat pawîza jiyarê
Belig werhan ji evê darê
Roj ava bû ya diçît xarê
Mirin ya bê kerb û kîne
****
Westam bijîm westam bimînim
Westam rabim , Westam birûnim
Westam xewna hero bibînim
Xewin jî her tijî xûne

Vejîna Kurd

Di
bersivdayîna komendekê li ser helbesteke
ku min li ser rûpela xwe ya fêsbokê weşandibû, min ji hevalekî xwe re weha
nivîsand: Spas hevalê hêja. Lê tiştê seyr ku ew mirova ji bêjeya heval tengijî
û got: PYD dibêjin heval, ji ber wê jî tu çi dixwezî bi min re bêje lê mebêje
heval!
Tevlî
ku ev ne cara yekê bû…