May 29, 2017

Laleş zerdo

Hûn talan dikin
Hiş
Mejî
Ken
Hezkirin
û
Rehên Dil ji kok ve radikin

hûn talan dikin
Welat
Milet
Dîrok
Hêvî
daxwaz
û
têkilîyên Civakî di Çilê-çilde
li Aşê bêhişîyê dixînin hûrdikin û
li ber Bayekî Kur didêrin
erê….
hûn talan dikin
Zarok
Raman
Zanîn
wargehan kavil dikin
û
di Qulên Gornepaşan re
wan derbas dikin
di himbêza çewtiya xwede de