March 27, 2017

Vejîna Kurd

Ji Hilma beyabanan
Dîlana yasemînan mepirsin
Ji kulîlkên ji qelşên zinaran derketine
Kenê buharê bipirsin.

Ji dara tuyê ya rût
Ramûsanên bayê zivistanê mepirsin
Ji çiyayên bejnbilind
Rengê lêvên mijê bipirsinJi şûşeyên meyê..
Rondikên goşiyên tirî
Û nalîna rezan mepirsin
Serxweşiya dilan ji meynoşan bipirsin.Tûjbûna kêrê
Ji jana birînê mepirsin
Beravêtina xewnan
Ji bêdengiya şevê mepirsin
Zerbûna mirinê