March 4, 2017

Merwan Berekat

Biskên badayî
Bi bihna beybûnan
Bîrvebirin î… tu
Biriwên bazdayî
Bilbila beyaran

Barînnaz î… tu
Bangîna berdayî
Bagera birînan
Balkêşa bê yî… tu
Bi bejina bûkanî
Bawişka buharan
Berbangnew î… tu
Binefşa li benê
Baweşîna bextan
Bedenbedew î… tu
Bexş û bextxweşî yî
Banoka birînan
Bêje beya kê yî… tu?