February 20, 2017

Nizar Yosif

Ji evînê re tu
pêjindar î
Ez ê vî dil î
bikim tûrik ê xemên te
Û xeydan di kuncikên
wî de perde bikim
Li ser kuçk ê
bîranînan
Bi xweşiya wan kêliyan
re bi sotînim
Jêdera bînahiya
min
Şevên te
serkaniyên xewnan in
Guhêz ê dikin zeviya
aferînan

Ka ew demroniya ku singê min balgehê te beÛ Gumlek ê min Çarçevparêz ê sermilan beLêvên…

Hêmin Xoşnaw

Çawa ji we re behs
bikim, berf ji bo min ne geşt û seyran e. Dema ku xweza xwe bi wî kirasê spî
dixemilîne, berf ji bo min dibe bîranîneke tehl û bi min wisa tê ku xwezayê reş
bi xwe ve girêdaye. Ji ber ku wî rûyê hûn wekî spî dibînin, ruhê hevxem û
hevalên min ên…