January 31, 2017

Vejîna Kurd

Ez û te ne.. Efrîn!
Ne xewa min tê
Ne jî
Xumxuma ewran
Şevên te yên xulmaş radestî xewê dikin
Gelo!
Çi tê bîra wan ewran
Ku helbestên xwe
Di guhên êvarên te de dixwînin? !!
Kê hûnandine

Ji bo te
Ev şevên çavşil?!!
Ewr…
Stranên baranê distirên
Dem..
Hêdî… hêdî
Kefenê zivistanê didrû
Bîranînên min
Bi biskên baranê re dibarin
Hestên dîn
Dikevin…