November 8, 2016

Merwan
Berekat

Bi dengekî seyrkeyandî
Bi axîneke kelogirî
Bi rondikine şaşherikandî
Li rojeke kelrijandî
Û bi bayê hêrsekê re
Te nameya xewna me
Xiste gewriya babelîska kovanan
Û xatirxwestineke
Sotandî rêkir…

Di landika şevan deMîna zarokekî jibîrkirîPerpekîkeke baskşewtîÛ sozekî rêşaşkirîBi nêrînine bîrveçûyî Pêjna te dipelînimLi pêsîrên wê rojêWekî meynoşekî hestxwekirîDi bagera…Xatrxwestina te de veweşwişîmÇi…..Çi hîşt Ku şahiya sêperîBibe vedenga Lorandineke nehêsayîDi paşela…

Piştî
berhevoka Rêwiyê xewna efsûnî di sala 2008 an de çend salên tengav û
dijwar derbas bûn, aferîn ne rawestiya lê çapkirin şûn de di hêlînê de ma.

Va yê careke
din hunermend ê helbestvan Nizar Yosif bi hestên corbicor (Evînî û Netewî
û Civakî û Kurdistanî û û) bi du berhevokan dakete meydana çandê li pêşberî
xwênerên zimanê kurdî.

*Pirtûk a…