October 22, 2016

Ereb Horê

Mirqên şîr,
Nanê şkeva
Çirra şîr û
Nîvişkê,
Devê meşkê,
Av didan neyşekira…
Melayê Cizîrî.!

Bivirê siqakirî,
Çîqên rişmalên koçeran,
Xizêmokên difina zerya,
Bezma êlan,
Gerdenaz kirin…
gunehê Şêxê Sen`anî.!
Bireka Çaldîran
Karwanên penaberan,
Buxçikên bûkê xeydî
Xwezgîniyê gurzê gula…
Se`idê Norsî…
Tîpên Celadet dane tavê
Kezwan û gûz
Mişşêna kanî û solavan
Hêvîdarên azadiyê
Xewnên dewletbûnê
Wê bibe firefira ala…
Min li…