July 31, 2016

Vejîna Kurd

Di çiqina demê de
Havîneke kulek
Cixareyên azariyê dikişandin
Bazinên şevê
Û gerdenê rojê
Ji vebrûsandinê şuştin
Û di xwelîdanka temen de
Hawara kêlîkan
Leylanên keysebaz
Li ser lingan dihîştin.

Pir caran
Min tiliyên demê diguvaştin
Û tizbiya bîranînan dikişand
Belkî..
Kenekî windayî biherike
Li memikên demê bibane
Û birînên helbestê bikewîne.Belkî..
Baraneke bê wext
Bi ser giyanên tî de bibare
Û…