July 2016

Vejîna Kurd

Di çiqina demê de
Havîneke kulek
Cixareyên azariyê dikişandin
Bazinên şevê
Û gerdenê rojê
Ji vebrûsandinê şuştin
Û di xwelîdanka temen de
Hawara kêlîkan
Leylanên keysebaz
Li ser lingan dihîştin.

Pir caran
Min tiliyên demê diguvaştin
Û tizbiya bîranînan dikişand
Belkî..
Kenekî windayî biherike
Li memikên demê bibane
Û birînên helbestê bikewîne.Belkî..
Baraneke bê wext
Bi ser giyanên tî de bibare
Û…

Konê Reş

Qamişlo! Ezê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û dêmê te
yê birîndar bineqişînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîna birîndaran
û kenê zarokan di navtar û kolanên te de bi çilmise û winda bibe.
Qamişlo! Çima berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze
dike, wê roj here ava û serme berî…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Împeretorî û sermiyan:
Di
pey mirina şah Keyxusro sala (585 b. z) kurê wî Ezdehak şûna wî girt. Herodotus
navê wî bi awayê (Estiyag / Estiyagîs dinivisîne. Ezdehak şahnişîneke fireh
xwedî gelek samanan ji ber bavê xwe wergirt, û ew guheste împeretoriyeke mezin,
sînorên wê ji hêla rojhilat ve gîhan Hindistanê, û ji hêla başûr ve…

Merwan
Berekat


Qamîşlo…
Li şûna her dilopekê ji xwîna pakrewnên te, bi sedan kulîkên azadiyê dê werin
bişkuvandin, û bihna wan mîna hilma dêrîniya hebûnê wê di giyanê her Kurdekî de
biherike.
Qamîşlo…
Çendî dilbikîn, kujerên jiyanê û hovên serdeman kîna xwe li ser dawa te birjînin,
û hewil bidin teniya mejiyê xwe di dêmên te yên spî bidin, lê pîroziya te…

Lewend
Daînî

Lişbona,
Port
ûgal

Kekê
Saif tu çawa ye:

Dîsa ji ezmanê hunera me stêrek hate xwar
Kekê Abdurrahman Omar, Bavê Selah

Çalakdar
û nıştevanê netewî, klasik û xwoşewistî,
Kurê Efrina rengîn,
Dengê
çıyayê Kurd.

Bi xemla welat sitra bû, stranên Lorik, lawje, payîzok û metelok
Deng, awaz û saz lı gel hevGovend dıgırtın û bêhna gul û rihanên welat jê dihatin…..
Mixabin ev Dengbêj, ev Hunermendê…

 
Hevpeyvîn: Hisên Ehmed

Sedemên dûrxistin û çewisandina siyasî û ewlekarî, ku rêjîma melalî ya Îranê di derheqê Partî Demokratî Kurdistan – Îran de, ji dema damezirandina partiyê ve û ta niha bi girantirîn şêwe pêk tîne, ji binçavkirina endam û serkirideyên wê, ta bidûvketina wan li derveyî Îranê û kuştina wan ji hêla pir kesan ve…

Konê
Reş



Ezbenî! Carna tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê bigre, da
ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê. Û
carana.. Pêwîste tu dergehê mala xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..

Erê Ezbenî! Bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te…

Vejîna Kurd

Li ser singê asoyekî bi
êgir pêçayî, tivinga min ala serkeftinê li ba dike, toza koletiyê ji dawa
dîroka hêsirbarandî dadiweşîne û bi baxê hêvî û mizgîniya salan bişkovkên
azadiyê, di miltanê welêt yê pînekirî de vedike.
Belê..
şoreşvan im, nijadê min pêt û agir e, ji bêfilên lehengiyê pekiyame, şîrê
pêdariyê, yê ku min ji pêsîrên çiyayên bejnbilind mêtine,…

Merwan Berekat

Li vê sibehê her tiştek ne wek xwe bû, bêzriyê her tiştek dorpêç
kiribû, zinarên çiyayê kurmênc bedena xwe bi rondikan dişoştin, çemê Efrînê bê
sîmfoniya xwe ya dêrîn diherikî û darên zêtûnê pêşwaziya xunavê nekiribûn….
Belê her tiştek ne wek xwe bû,
li gelî û newalan bilbil bêdeng bûn, qebqeba kewan tunebû, kaniya Basûtê û ya…

Yekta
Uzunoglu


Roja 18.03.1980
Êdî ji bo çûyîna
Rojhilat her tiştên me temam bû. Min nameyeke taybet ji Wezareta Karên Derve ya
Fransayê re şand û ji bo dayîna bursa îxtîsasê ( pisporîyê) û îmkanên ku dabûn
min spasiya wan kir. Min ji wan re got ku derfet û mecalên ku dewleta Fransayê
ji bo xwedîkirin û xebatên min ên zanistî dane…