May 20, 2016

Gulistan Awaz

Li şevbûhêrkeke berfane
raman ,
di kolanên hiş de
li peyvine revok digerî
daku
pertewên royê yê xewkirî
vebirûsin…

Hêviyên ku Li peravan
windabûne ,
di serî govenda stêrkan de
bigerînin…..
Xwînrijandina ku ji çar salan ve
diherike
bi tiliyên henekirî
rawestînin…
Hîîîn…
û hîn tîpên koçberiyê
birizînin ,
bişewtînin ,
binax bikin û
li ser sînorên westiyayî
yên kaaal bûne,
vegerê biçînin.


Xizan Şîlan

bêdengiya şevereşên şikestî
di
perdeya guhên min de
pistepist
e
telaşa
bayekî westiyayî
li êvarên
sergêj
wîzewîz e
asîmana
sayî

di
birîna gewriya xwe de
fetisî
heyv
gulebaran

stêrk
rondikan
dibarînin
telpên
ewran
di kîn û
nefreta xwe de
diteqin
birûsk
xwîn
vedirişin
xilorîk
di hêrsa
xwe de
hatin
xwarê
rojên
sernerm
ji
kezebê dinalin
celadên
nûdem
di
neynika gola xwînê de
porê xwe
şe dikin
hesreta
yarê pêl bi pêl
li
qeraxên xewna min dikevin
di
havîngehên laşê xwe de
diqefilim
û
dicirifim
min
sirên
temenê herifî
ji dilê
xwe yê şeyda
veşartin
ez
ne rabirdûyê xwe me
ne jî pêşeroja xwe me
li nav toza striyên xemkêş
kêliya xwe dijîm

2011-11-21

Stockholm