April 8, 2016

Mûsa Qulîkî Mîlan
Dîsa jî min weke caran,Xewneka pir ecêb dîtye.
Xewneka kûr, gelekî kûr,Angorî Geliyê Zîlan.

Xewnek tijî, gelek tijî,Angorî xewnên sed salan.
Xewnek bilind, gelek bilind,Weke çiyayê Agirî…
Kabûsa wê xewna giran,Hêminî ji min biriye,Dil û hinavan disoje.
Dîsa bêhna xiyanetê,Xwe davêje bêfila min,Û wek agirê bin sêlê,Kezeba min kûr dipêje.Te çi dîtye, ka bibêje!
Dema ku ez xewê de…

Mûsa Qulîkî Mîlan
Hela tîrêjên tavê serê xwe li ber bejna çiyê ra dernexistibûn û sura sibê weke kêr û gûzanan sûretên merivan diherişand ku, Seyro mîna her rojên xwedê cêrê avê da ser milê xwe; bi lez û bez ber bi kaniyê birêket. Lê xwedê xirab bike kaniya gundê wan! Riya koçekê ji gund dûr…