February 2016

Can Kurd

Di 09.02.2016ê de, du Kurdên ciwanmêr û xwe bi ramiyariya gelê xwe gêro dikin, di bernameya „Semta Ters“ de, ku bi Erebî jê re „El-îtîcahul Muakês“ dibêjin li hember hev daniştin û sazkarê wê bernameyê nasdartirîn moderatorê Ereban bû, Dr. Feysel Elqasim, ku ji nijada Durzî ye.
Yek ji herdu Kurdan, hêja Jiyan Omer

JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTAN Û CÎHANÊ RE

Lı ser banga partî û tevgerên Kurdistanê, di 6-7ê Sibata 2016an de li Diyarbekirê bi beşdarîya derdorên siyasî yên cuda, partî û dezgehên civakî yên sivîl, akademîsyen û şexsîyetên serbixwe, Konferansa bi navê “Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê û Perspektîfa Çareserîya Siyasî” lidarket. Komisyona Amadekar ya Konferansê dîtin û…

Ofîsa Navenda PENa Kurd ku li Sûra Diyarbekirê ye rastî êrîşê hat. Ev nêzî du meh in ku bajarokê Sûrê bi rûxandin û wêrankirinê re rûbirû ye. Bûyer 5-ê Sibatê pêk hat. Di heman demê de Avahiya Mala Dengbêjan jî kete ber pêla êrîşan.
Li ser vê yekê Navenda PENa Navneteweyî (International PEN) bangawaziyek weşand…

Salar Salih

Cenga li ser bingehên tîreyî berdewam e, û sînor bi xwînê tên danîn li ser xaka Sûriya, rast e di destpêkê de şoreşa miletekî li dijî rêjîmek diktator bû, lê piştî salekê ji destpêka raperîna 15 ê adarê hat diyarkirin ji çavdêran re naveroka projeyê tîreyî yê rikberiya sûrî ya çekdar, renge ku ew…

Konê Reş

Tevî jiyana gundîtiyê, cehalet, nexwendin û perîşaniya ku civaka kurdên Beriya Mêrdînê têre derbas dibû û dibe, Jina kurd li kêleka merê Kurd berxwedanek bê rawestan derbas kiriye û dike. Wê, ew qonaxên cetin û dijwar, bi wefadarî û serketin li pişt xwe hiştine.. Wiha jî li gor pêşketinên demê û teknelojiya nû, salên…

Xizan Şîlan

li xewa şevên bêxewiyê
serê xwe datînim ser balifa
bîranînên pînekirî
û dikevim nav xeyalên
kûr û tûj
pişta xwe dispêrim
bayê felekê

û li demên gemar
temaşe dikim
ey mirovahî
celadên çavsor
bi tank û topan
min dorpêç dikin
guleyên qaleş
li ser bedena min
dibarînin
dîwarên jêrzemîna tarî
bi ser min de
hildiweşînin
bêhna barûta genî pozê min
dişewitîne
dûpişkên hov
jehra xwe berdidin
laşê min
ji korta çavên…

Resûl Hemzatov
werger ji Rûsî Besam mere

Daxistan, dastana min
Çawa ezê nimêj nekim ji te re
Û ne evîndarê Te bim!?

Bi refên Qulingan re di asmanê te de
Gelo
Dikarim dûr bifirim?!

Daxistan
Çi tiştên ku gel dane min
Ezê bi Te re wek hev parve bikim..
Ezê bi sînga Çiyayên Te ve
Xelat û nîşanên xwe helawîsim.

Ji bo Te
Min peyv û sirûd…

Vejîna Kurd

Civakbûn mercê hebûna cinsê mirov e, û tiştên ku civakê pêk tînên û wê dikin civakeke serbixwe ziman, dîrok, çand, ax û berjewendiyên hevpar in. Yanê ji her civakekê re çandeke taybet bi wê heye û ew bi wê çandê dibe civakeke cuda ji civakên din. Di vî warî de rola her mirovekî…