February 3, 2016

Xizan Şîlan

li xewa şevên bêxewiyê
serê xwe datînim ser balifa
bîranînên pînekirî
û dikevim nav xeyalên
kûr û tûj
pişta xwe dispêrim
bayê felekê

û li demên gemar
temaşe dikim
ey mirovahî
celadên çavsor
bi tank û topan
min dorpêç dikin
guleyên qaleş
li ser bedena min
dibarînin
dîwarên jêrzemîna tarî
bi ser min de
hildiweşînin
bêhna barûta genî pozê min
dişewitîne
dûpişkên hov
jehra xwe berdidin
laşê min
ji korta çavên…

Resûl Hemzatov
werger ji Rûsî Besam mere

Daxistan, dastana min
Çawa ezê nimêj nekim ji te re
Û ne evîndarê Te bim!?

Bi refên Qulingan re di asmanê te de
Gelo
Dikarim dûr bifirim?!

Daxistan
Çi tiştên ku gel dane min
Ezê bi Te re wek hev parve bikim..
Ezê bi sînga Çiyayên Te ve
Xelat û nîşanên xwe helawîsim.

Ji bo Te
Min peyv û sirûd…

Vejîna Kurd

Civakbûn mercê hebûna cinsê mirov e, û tiştên ku civakê pêk tînên û wê dikin civakeke serbixwe ziman, dîrok, çand, ax û berjewendiyên hevpar in. Yanê ji her civakekê re çandeke taybet bi wê heye û ew bi wê çandê dibe civakeke cuda ji civakên din. Di vî warî de rola her mirovekî…