January 2, 2016

Vejîna Kurd

Bihna te ya qirêj..
û cilên te
yên bi xem û kovanan
perspankirî
hîn li bîra min tên..
de here…
zû here…

Erêêêêê…
zanim.. tu hestiyên temenê min
dihêrî..
û gulên meraqên min
diçelmisînî..
lê divê tu bi lez herî.

Ey hişyarvanê derdan!!
Ezê te
li goristana bîranînan
binax bikim..
ezê kêlikekê
li ber serê…

Resûl Hamzatov
werger ji Rûsî: Besam Merê

Wusa ye,
Carinan ew efserin di eniyên şer de şehîd dikevin
Jêrgil nabin ticaran!?
Lê bûne Qulingên sipî!..
Ew ji mêj de difirin û bi alî me de diqîrin.

Gelo
Ne ji ber wusa be ku
Bi xemgînî
Bi bêdengî
Em li asmanan dinerin?
Îro û berî ro biçe ava
Ez dibînim ku çawa di mij û moranê de
Ref bi…