December 24, 2015

Merwan Berekat

Di siha wê de
pîroz e……
nimêja azadiyê
Tişartoooo….!
Hîn
lêvên serdeman
ji pertewên roja te….
jînê dihûnin………

Axnaton jî
lavêj ji wê re rêdikirin
Ahoramezda……!
Hîn
baweriya torînên te
bi baskên royê
ezmanan bi tîn dikin……..
Li qada lehengan
belê; li Çar Çira
pêncî û sê mûman
ronahî…
ji pertewên wê wergirtin
Ey Melekî Tawûs…!
hin ji qewlên te
tên jibîrkirin
ma em Kurd ne seyr in?