November 28, 2015

Vejîna Kurd

Ey rêwiyo!
Min ji te re
buhara temenê xwe anî
pê agirê evînê gur bike
jîna rûreş têxe xewê
û ji min re xewnan bişîne..

Lo delalo!
Ji bo şopa te rast bikim
û perperîkên eşqa te
di zeviyê kulîlkên dilê xwe de
biçêrînim
û.. li ber tava hêviyan
wan serxoş bikim
tucarî.. deriyê dûrbûnê vemeke
Li paş wî derî
tenêbûn
nêçîra perperokan dike…