November 20, 2015

Mizgîn hesko

Kurd im
Penaber im
Ji revê ber bi reveke din ve
Û hemû riyên
Ku wan dişopînim
Bi tenha dagirtî remedêlk
Û hilma şikestinê

Û şikestîne
Şûşeyên dilan şikestî ne
Hemû riyên li pêş min
Mij û moran
Û tarî ne.

Kurd im…
Nevîçirka êş
Û wêranê me
Li şûn xwe
Min…
Welatek kelogirî hêla ye
Û di riyên biyan de
Li henaseyên
Welatekî digerim.

Di van xaçeriyên asê de
Li hawîrdorê xwe
Dizîvirim
Û şikestin
Min…

Helbestvana kurdistanî Mizgîn hesko û piştî belavkirin û çapkirina pênc berhemên giran buha , xuro kurdî:

1* Tîpêm evînê..çapxana Bafet..adar 2007.
2* Asoyekî tijî Enedko..Weşanên Han..tîrmeh 2008.
3* Di nav henasên kovanan de..Weşanên Han..2010.
4* Li ber pala welatekî birîndar diherikîm..Weşanên Han..2012.
5* Ristek Lale…Weşanên Han..2013.

Helbestvan Mizgîn êdî bi berhemeke nuh ,tête pêşberî xwênerên helbesta kurdî .

Ber bi werzê hezkirinê…