November 17, 2015

Nizar Yosif

Giyanê min
Di nava perên perperiyê re firî
Li ser nazikiyên te danî
Pê serwext im
Baxê te tor kiriye
Jîndar a te kilît kiriye

Ne narîn bin ew li xwe venahewîn in
Lê min şiya xwe vedizim
Di pencereya hestên te re
Li ser Dike ya dil rûnim
Li dilpêçanê bixwînim
Ewan tewiran vekolim
Min mal û sermiyan berdan
Lewante û avêngulan…