August 3, 2015

Ibrahîm Elyûsiv
Wergêr: Mihemed zekî Mihemed.

1- Leşker bi xwe:
Piştî neha
Ne pêwîste ku tu
Piştevvaniya Rûbervanê
Şaredariyê bixwazî

Ji ber ku di her mistekê
di her kolanekê,
taxekê,
Gundekî,
Yan bajarekî de
Gorek ji
Leşkerê nependî re
Çêbûye.

2-Niştecî:
Û çi piştî neha
Li ser gora
Niştecî?
3-Gel:
Goreke fireeeeh û nependî
Rojgarên cîhanê lê belav in
Dema ku
Nîvê şêniyên welatê min
Li derveyî wê
Mane.
(pozbenda navdewletî)
Kesî jê ne pirsî
Şeva wê
Berî ku mafê Vîto bikarbîne
Di riwê…

Kamran Simo Hedilî
evder
Şengal e Şengal
welatê
barhilgirên ola qedîm
pîrozgeha yêzdan e

ji reşkirasê reşcîhana alreşan
agir dibare
li vir
li vî xakî
govend û dîlan
evîn û şadî
di ayetên reş de difetisin
kujerên
xwediyên kirinên reş
zilma xwe
dikin ala serkeftina xwe
bindestiyê
dikin navê dîrokî
tirs…