July 9, 2015

Abdulla geddo
Şekrê çarçê şêrîne
Zimên li dev d,gerîne
Belê şekrê zarê te
Live ji dev distine


Çav wekî guh miç dike
Destan ji çek dixîne
Dil wekî can geşdike
Taliyê di lorîne

Prda tenik digrê ser
Lê dikî baweşîne
Çawa dijmin nabe dost
Ew talî wa şêrîne .

———————–
Dil tenikim
çavê Yaram hingive
Dinanik de di live
Bêrîkirnê Ez pêçam
serma dûrketna heram
*
Piştî bêrîkirna kûr
ziq li min di meyîne
demûşa hingivê …

Ronî ELÎ

Di gewriya dil de
Goristan vebûn
Kevanên hêviyan
Ber wêranê çûn
Rondikên te Dayê
Koça welate

Buxça li pişta min
Pêt û şewate

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Xwîna Miştenûrê
Birîn kolandin
Bêdengiya Çavan
Mirin diçandin
Li paş min haware
Berî bi mij de
Barê min Dayê
Ji girî mişte

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Li deşta siwaran
Sosin şewitîn
Li herdû kaniyan
Çivîk perpitîn
Dîwarên evînê
Bûn kavlên xewnan
Nameyên dildaran
Mane bê ziman

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Dergûşên…