July 2, 2015

Nizar Yosif

Pûsî
Dopişk
Kurm
Kêzik
Di kunên navberên me de
Jehrê datînin

Di seqetiyên me re
Kulbûnê diçînin
Di kevilê xweyîtiyê de
Şaneyan çêdikin
Şûrên kalan rizî
Sinbilên nuhgihiştî diçinin
Birçiyên talanan
Avayiyên me di givêşin
Şanên mirovayî di hêrin.

Veqetandinên xweyîtî
Wargehên me bê pergal hiştin
Niştevan kûvî kirin
Bayê pehîzê di ser buharan de diberdin.
Çi çaxî ê ewrên cudabînê radipêçin
Kengî…

Malbata Cangîr li welat û sirgûnê.. Mamoste Şefîq Cangîr!

Îro, min bi dilekî xemgîn nûçeya koçkirina xortê malbata we Ehmed Cangîr bihîst.. Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî buhişta rendîn be.. Serê we sax bê, Serê gelê kurd sax be..

Kak Şefîq! Bêguman koçkirina neferekî ji malbatê gelekî zore, lê…