July 2015

Suad Hisên
Ez kuştim maça serî
Jîn kire vî dilî mirî
Buhar jinû vekir derî
Ne ez kuştim maça serî

Çendî xweşe û bi wateye
Evîneke her zindiye
Dilekî paqij û sipiye
Ne ez kuştim maça serî

Bes min li ber xwe bimrêne
Ev dil bo te har û dîne
Bes vî dilî êdî bihelêne
Ne ez kuştim maça serî

Evîna te ser ser û çavan
Dil û can…

Salar Salih

Rojavayê Kurdistanê di qonaxek dîrokî hestiyar de derbas dibe, miletê Kurd rastî hêrîşeke tund û dijwar tê, cenga hebûnê û tunebûnê ye, bûyerên vê dawiyê ku li Kobanê û li Hesekê rûdan, ew nîşaneke ku rêxistina Da`işê hatiye avakirin ji bal dezgehên ewlekarî yên hin dewletên herêmî û navnetewî bi mebesta ku projiyê kurdî…

Di yekemîn salvegera komkujiya Şingalê de, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) ji boyî giyanên şehîdên komkujiyê û ji boyî ji nû ve bibîrxistina qirkirin û sosreta Şingalê, şeveke bîranînê li dar dixîne.

Di şevê de, dê nivîskar, helbestvan, şanoger û hunermendên kurd, bi berhemên xwe, dîsa, êşa Şingalê vejînin û Şingala birîndar bi peyv û keser û…

Deham Hesen

Rêzdarî û hembêzkirina kesên dahêner, erkeke û tiştekî herî başe û hêjaye, divabe li ser bê rawestandin digel spasî û rêzkirtinê ve, jiber ku ev kesê dahêner bi rastî, ev aliyê diyardeya rêzdaryê avitiye ser mile xwe, û xwe bê mijûlkiriye, lê lihember vê yekê, divabe di warê rêzdarkirinê de, çend mercên giring pêkwerin,…


Idrîs Hiso
Bawerî bingeha her kar û xebatê ye , wa diyare ku berpirs û endamên Dibistana Pilngên Taykwendo li bajarê Hesekê Rojava yê Kurdistanê xwedî bawerî bi mirovatiyê û bi xwe hene .
Li Sûriya û Rojava yê Kurdistanê di dema berî şoreşê , di dema şoreşê û paşî wêjî ne hesane ku mirov karekî serbixwe û azad…

Konê Reş

Mîr Celadet Elî Bedirxan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye, di gel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû. Û di sala 1909 an de, li ber destê Mewlanzade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya “Serbestî” li Stenbolê, fêrî kar…

Abdulla geddo
Şekrê çarçê şêrîne
Zimên li dev d,gerîne
Belê şekrê zarê te
Live ji dev distine


Çav wekî guh miç dike
Destan ji çek dixîne
Dil wekî can geşdike
Taliyê di lorîne

Prda tenik digrê ser
Lê dikî baweşîne
Çawa dijmin nabe dost
Ew talî wa şêrîne .

———————–
Dil tenikim
çavê Yaram hingive
Dinanik de di live
Bêrîkirnê Ez pêçam
serma dûrketna heram
*
Piştî bêrîkirna kûr
ziq li min di meyîne
demûşa hingivê …

Ronî ELÎ

Di gewriya dil de
Goristan vebûn
Kevanên hêviyan
Ber wêranê çûn
Rondikên te Dayê
Koça welate

Buxça li pişta min
Pêt û şewate

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Xwîna Miştenûrê
Birîn kolandin
Bêdengiya Çavan
Mirin diçandin
Li paş min haware
Berî bi mij de
Barê min Dayê
Ji girî mişte

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Li deşta siwaran
Sosin şewitîn
Li herdû kaniyan
Çivîk perpitîn
Dîwarên evînê
Bûn kavlên xewnan
Nameyên dildaran
Mane bê ziman

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Dergûşên…

Hejmara 38an ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin… Hûnê dikarin Nerîn, Dîrok, Folklor, Lêkolîn, Werger û helbestan têde bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 18 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.

Naveroka hejmarê
Nivîsarên Destpêkê:
– Bajarên teqîn û sewat û misextiyê .. Ebdulbaqî Huseynî.
– Rewsa welatê me .. Boniye Cegerxwîn.

Nerîn
– Girê…

Qado Şêrîn

Qedera me, tê pêşiya me,
Emê hin nimûneyan bînin, bê çilo qeder û pirsgirêkên partiyan ên navxweyî bûne asteng li pêşiya çarenûsa gelê kurd, û bê çilo hin partî bi qedera gelê kurd dilîzin. Emê hin nimûneyan ji rojevê bînin, jixwe emê li dîrokê venegerin, çimkî wê gotarek têrê neke.
Eger kurdan berjewendiyên giştî yên ji…