May 7, 2015

Hejmara 36an ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin… Hûnê dikarin Nerîn, Gotar, Werger, Lêkolîn, Hevpeyvîn, Dîrok, Çîrok û helbestan têde bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 18 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.

Naveroka hejmarê
Nivîsara Destpêkê:
”Pênûsa Nû” derbasî sala xweyî çaremîn dibe! Ebdulbaqî Huseynî.

Nerîn
– Ramana neteweyî ya kurdistanî Rizgarkirina Kesayetiya Kurdî…

Merwan Berekat

Dînoooo…!
Te ez jî…
Dîn kirim
Na… na
Evînê…
Serdana me kiriye.

Dînoooo…!
Eger hişyar bim
Yan jî…
Di xwe de bin
Ez bi xwe re dipeyivim
Ma rast ez jî
Dîn bûme?
Na.. na
Ew derdê
Evînê ye… evînê
Tu helbesta dil dixwînî
Min…
Zimanê çavên te
Li ezber kiriye
Dînoooo….!
Perda sîngê min
Bi şev û roj
Sema dike
Erê… erê
Dilê te
Her di şevbuhêrka
Xewnekê de…