February 2015

Komela Maak li Bremen we vedixwûne sêmînareke wêjeyî li ser pirtûka (Vedenga hestan / hunera helbestê), ya rexnegir Heyder Omer ya nû, ku rexnegir tê de avakirina helbestê vedikole.
Amadebûna we dê babeta sêmînarê dewlemend bike.

Dîrok: 08.02. 2015, kat: 13.00
Cih: Landwehrstraße 83, 28218 Bremen.

Ji bo têkiliyê: 01728251510

Konê Reş

Vê paşiyê ji encamên pirsyan û xepartina min li dor êl, eşîr û malbatên kurdî, ez rastî vê xeleka windayî a beşdarbûna eşîra Bûbilana di alîkariya şoreşa Agirî de hatim.
Wek ku diyare di sala 1930î de, piştî ku êrîşên tirkan bi girsbûn û hovane dora çiyayê Agirî girtin û zor li şervanên azadiya…

Mihemedê Seyid Husên

Welato: piştî ku yezdanê gewre, bê hempa û yekpare fermana roja paşdawî da ye, hinga pêşmerge li bin sîtava daristanê, li ber himêza çiyan li hev civiyane, bi hev re şêwra yekrêziyê kirine, eniya xwe bi lat û zinarên welat xurandine, da ku tovê omîdan bi xaka welat ya pîtdan bispêrin.

* * …

Hejmara 33an ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek tije nivîs û berhemên curbecur e… Di hejmara 33an de, lêkolînek taybet di derbarê ala Kurdistanê de heye. her wiha gelek nivîs û gotar, werger, lêkolîn û helbest hene,
Di van berheman de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.

Dosya:
ALA KURDİSTAN Û ALÊN HİN DEWLETÊN CÎHAN. „Ala…

Kamran Simo Hedilî
aniha
di vê kêliyê de
di vê derengiya şevê de
di vê nêzîkiya sibehê de
bi tenêbûna dengmirî

giyan
di nava min de
dicemidê
bêtawan
di hişê min de
digirîn
evînên nîvcomayî
di bîrevîna min de ziwa dibin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti fîlozofan naguharim
aniha
di vê deryaya aloziyan de
di vê şevtariya şevê de
di vê şikefta bêdawî de
bi hişyarî
çavgirtî
destan dirêjî
Xwedayê…

Konê Reş

Bi hebûna gerdûnê re
Reng hene.
Tev ji keskesorê hatine der
Spî û reş
Kesik û sor
Şîn û zer.. Û

Di nav wan de şer e..
Tev şerê rengê spî dikin.
Tev hewildidin ku
Rengê spî bi lewitînin..
Tev razî nabin ku
Rengê spî,
Spî bimîn e…

Qamişlo, 20.01.2015

Endam û dostên hêja!
Em we dawetî civîna endam û dostên komelê dikin , ev civîn pêktê di roja yekşemê de, di 01.03.2015 de, saet 14.00 – 17.00
Navnîşan : Kurdisches Zentrum e.V. Navenda Kurdî
Dresdenerstr. 8, 10999 Berlin U-Bahn Kottbusser Tor
Em di vê hevdîtinê de dixwazin berî her tiştî li ser rewşa rojavayê Kurdistanê li hev…