January 7, 2015

Xizan Şîlan

her şev
hestên min yên tevzînok
di nalîna stranên keserkûr de
mest dibin
qedera sersem
li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye
bêşansiya salên kambax
xwe li stûyê şadiyên min
alandiye
ji asîmanên bihara rengîn
xwelî û xubar li ser xewnên min
dibarin
dilê mesûm
li nav parsûyên jihevketî
kutekut e
alfabeya temen
di deftera demsalên piştxûz de
tarûmar bûn
kovanên mijkirtî
bi qefesa salên westiyayî ve
hatine daliqandin…

Merwan Berekat

Di sîngê çiyakî dijxew de
kevokeke yeksalî
bask li xwe xistin
hêdî.. hêdî
berbang dinikiland

û.. rengine pîrozdiyarî .tîrêjên rojê dikirin.***Li bajarekî dilêşû kolankumişîzarokekî sêwîdi ber sîmfoniya nalenalan reserê marekî deqdeqîû.. retelekî şevêdipelixandin.***Li gundekî çiyayîkeçeke çardehsalîguharên xwebi serê tivinga şervanekî xistinû…çar lîlî kirin.***Li qada serhildanênijadperestekî çavsorû..nokerekî serberjêrxwe avêtinber solên dayîka pakrewanekîwê..wesêka kurê xwebi cî anîû…bi mistek axserê xwe hene kir***Li ser navika sînorekîkevokekê..birîna şîrmijekê…