December 15, 2014

Tengezar Marînî

Mirin, werçep e, kolanan li xwe dialîne
Di kîjan çavî de, tu diyar dibî?
Guhpêl dikim, dengê gavên te dinasim
Tu, li vir î, wek hebûna min

Rêçek ne bo nebûniyan e
Zemîn çêlîka asîman e
Mirin rastî ye..
Rêka xwe winda nake
Rastî rêga ye
Mirin û ez
Mir-ez

Zeredeşt muhemed

Ezê dil ji ter bikim çir
Ronî bikim şahiya te
ji çavan hêsra diyarkim
Ristek ji bo gerdena te
ji romeka rojê bi çinim
Bazinek ji bo destê te
Şeyda û dilbetê teme
Mirin û jiyan ji bo te

***
Ezê can ji ter bikim gorî
Da bê xembe jiyana te
Ji şevên reş bi …

Helbest îlham e, an cefa ye?
Ji Efletûn de bigir û heya vê serdema me, gelek helbestvan û rexnegir û ramanbîr bi vê pirsê mijûl bûn, hemiyan jî ew kêlîka ku helbest tê de rû dide, dipelandin, bersivên cuda cuda derketin holê, û her tim berî her tiştî li derdora îlhamê geriyan, û nikarîbûn rola wê…

Ronî ELÎ

Hey Şajina koşkê evînê
Nameyên Nêrgizan
Di kevanê dilê min de
Çilmisîn û diçilmisin

Û hîn jî
Te daniştoka ahînên min
Bi cî nehişt
Da li ser lêvên hêviyan
Xunava Omîdan bireşînî

Hey Şajina xemla sawiran
Dilopên Barana xewnên min
Di Evsaneyên evîna te de
Ziwa bûn
Û hîn jî
Buxça dilê te
Pêşwaziya tiktika hastên lerizî
Nekir
Û nejî derî lê vekir

Hey Şajina dengvedana Jiyanê
Lavlavên Pepûlekan
Agriê Serkutkirina baskên…